Ez Xelef im Xelef im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelef im Xelef im
Ezdînşêr mîrê Botan e
Xwediyê şûrê bisedef im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Xwediyê şûrê bisedef im
Ezdînşêr mîrê Botan e
Nav eşîran bigef im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Nav eşîran bigef im
Ezdînşêr mîrê Botan e
Ez Xelef im Xelef im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelef im Xelef im
Ezdînşêr mîrê Botan e
-Li ser şikestina nav û deng,Xelefê reberê beran û Ezdînşêrê Mîrê Botan şerê deqanî dikirin.
Pê re li hemberê hêzên Romiyan wenda dikin.Lê ta heşê wan tê serî,wenda dikin her tiştî.
Mixabin xirabmalî ye şerê biratî.
-Heey mîro mîro mîro!Dîsa dest pê kirî şerê kom û beran e.
-Hêêê dibê Ezdînşêrê mîrê Botan û Xelefê Şûvî!
Ez Xelefê kinik im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelefê kinik im
Ezdînşêr mîrê Botano
Xwediyê şûrê bişirik im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Xwediyê şûrê bişirik im
Ezdînşêr begê begano
Nav eşîran birik im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Nav eşîran birik im
Ezdînşêr mîrê Botano
Ez Xelef im Xelef im
Hawar e mîr,hawar e mîr hawar e mîr
Ez Xelef im Xelef im
Ezdînşêr mîrê Botan e.